Muzexaneya li Navenda Baqî Xido temam bû

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kantona Firatê xebatên avakirina muzexaneya çandî bi dawî kirin.

Muzexaneya li Navenda Baqî Xido temam bû
23 kanûn, 2023   07:35
KOBANÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Firatê beriya mehek û nîvê dest bi avakirina muzexaneyeke çandî li navendê kir. Muzexane ji 2 odeyan û holeke mezin pêk tê. 

Di muxaneyê de dê amûrên ku xelkê herêmê berê bi kar dianîn û nemaze berhemên ji rîs werin pêşandan.

Ji bo parastina amûrên kevnar ên herêmê û ji bo peydakirina cihekî ku hunermendên Kobanê bikarin klîbên stranan lê bikişînin, dest bi avakirina muzexaneyê hate kirin.

Der barê mijarê de hevserokê beşa çandê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Kamil Hesen got: "Avakirina cihekî taybet ji bo parastina berhem û amûrên kevnar, armanca avakirina muzexaneyê ye. Her wiha dê bibe cihek ji bo ku hunermendên me klîbên stranên xwe lê bikişînin. Ji ber ku ew di peydakirina cihekî ji bo kişandina klîbên stranên xwe de zehmetiyan dikişînin."

(şx)

ANHA