‘Hevpeymana Civakî ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê pêngaveke ‎girîng e’

Siyasetmedarên li kantona Minbicê ‎Hevpeymana Civakî wek pêngaveke girîng ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û dendikê ‎avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî nirxand.

‘Hevpeymana Civakî ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê pêngaveke ‎girîng e’
23 kanûn, 2023   04:35
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12'yê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ya nû erê kir.

Têkildarî Hevpeymana Civakî siyasetmendarên ji kantona Minbicê nêrînên xwe bi me re parve kirin. Siyasetmendaran got erêkirina hevpeyvînê ji bo xebatên Rêveberiya Xweser gaveke nû ye.

′HEVPEYMANA CIVAKÎ JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA SÛRIYEYÊ PÊNGAVEK E ′

Endama rêveberiya Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Minbicê Rîm Derwêş diyar kir ku Hevpeymana Civakî berhema têkoşîn û fedakariyeke mezin e û got: “Hevpeyman bûye pêşeroja Sûriyeyê û bingeha destûra wê ya nû ye ku tê de mafên tevahî Sûriyeyiyan bi taybetî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastî ne.”

Rîm Derwîş anî ziman ku Hevpeymana Civakî destpêka Sûriyeya siberojê ya bi destûra nû ye ku hemû pêdiviyên gelê Sûriyeyê bi cih tîne û wiha dom da axaftina xwe: “Hevpeymana Civakî nîşana girêdana nîştimanî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ber bi çareseriya krîza Sûriyeyê ve ye. Serkeftina Rêveberiya Xweser di sazkirina Hevpeymana Civakî de piştî gelek salan ji tevliheviya li Sûriyeyê û valahiya siyasî ye. Hevpeymana Civakî bûye pêdiviya hemû gelê Sûriyeyê û gaveke nû ber bi çareserkirina krîza Sûriyeyê ve ye."

‘HEVPEYMANA CIVAKÎ LI HEMBER SIYASETA DAGIRKERIYÊ BERSIV E'

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Idlibê Ehmed Şeban got: "Piştî gelek salan ji nîqaş û sererastkirinê em li benda Hevpeymana Civakî bûn, da ku hêviyên hemû pêkhateyan pêk bîne û li gorî qonaxa herêm û Sûriyeyê be."

Ehmed Şeban destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rewşenbîr û siyasetmedarên wê îsbat kirin ku ew dikarin bi rêya vê hevpeymanê herêmên xwe bi xwe bi rê ve bibin û pêkhateyên herêmê biparêzin û got: “Divê hemû Sûriyeyî ji bo rawestandina rijandina xwîna Sûriyeyiyan li gor vê hevpeymanê bimeşin, Sûriyeyê ber bi demokrasiyê û pirrengiyê ve bibin û hemû pêkhateyan biparêzin.”

‘PROJEYA DEMOKRATÎK BÛ ÇARESERIYA KRÎZA SÛRIYEYÊ’

Girêdayî heman mijarê, seroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Minbicê Ezab El Ebûd îşaret pê kir ku ji sedemên herî girîng ên krîza Sûriyeyê pergala siyasî ya ku hatiye sazkirin ku zîhniyeta ‘yek ol, yek netewe, yek ziman û yek partî’ pêk tîne.

Ezab El Ebûdiyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneya projeya demokratîk e ku tevî zehmetî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikare ji aloziyê re bibe çarserî. Her wiha got, bi saya yekitiya şêniyên herêmê Rêveberiya Xweser pêş dikeve.

Ezab El Ebûd destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî bingeha Sûriyeya demokratîk, nenavendî û pirreng e ku tê de di serî de jinan mafên tevahî pêkhateyan mîsoger dike û rê li ber guhartinê ji bo ciwanan vedike û civakeke demokratîk û exlaqî ava dike."

Ezab El Ebûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Hevpeymana Civakî hişt Rêveberiya Xweser derbasî qonaxeke nû ya pêşketinê be û got: “Hevpeymana Civakî îsbat dike ku sûriyeyî tevî zehmetiyên xwe dikarin krîza xwe bi rêya diyaloga sûriyeyan çareser bikin û divê gelê Sûriyeyê destekê bide çareseriyên wiha.”

(mh)

ANHA