Li Derayê zarokek ji ber guleyek xeletî mir

Li rojhilatê Derayê zarokekî ji ber lîstina birayê wî bi çekê jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê zarokek ji ber guleyek xeletî mir
29 nîsan, 2026   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rojhilatê Derayê, zarokek jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan, birayê wî dema ew herdu li malê bi çekekê dilîstin, bi xeletî gule berdide li zarok dikeve, di cih de dimire.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî ji Derayê daxuyand ku bûyer li herêma di navbera bajarokên El Teybe û El Metaiyeyê de qewimî. Dema her 2 zarok di hundirê malê de bi çekeke leşkerî dilîstin, bi şaştî gule li yekî ji wan dikeve û di cih de dikuje.

Berî ku malbatê zarokê xwe rake navendeke tenduristiyê zarokê di cih de jiyana xwe ji dest dide.

(ac/fr)

ANHA