Ji bo parastina çandiniyê şaneya krîzê hat avakirin
Meclisa Sivîl a Girê Spî, ji bo parastin û pêşî li xeteriya şewatên çandiniyê bigire şaneyeke krîzê ava kir.
Meclisa Sivîl a Girê Spî bi beşdariya nûnerên komîteyên çandiniyê, şaredarî, meclisên navçeyan, HPCˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Girê Spî li kantona Firatê civiyan û şaneya krîzê ava kirin. Ew şane ji bo parastina çandiniyê ji bûyerên awarte û şewatan hat avakirin.
Di civînê de hat nîqaşkirin ku divê tevahî komîte pêşî li bûyerên şewatan bigirin; çi xwezayî çi jî bi mebest bin. Ji ber berhemên çandiniyê (genim û ceh) di aliyê ewlehiya xwarinê ya herêmê de berhemên stratejîk in.
Ji komîteya şaredariyan re hat gotin ku tîmên xebatê li tevahî navçe û bajarokan amade bikin, xebatên wan weke nobetdariya 24 saetan di dirêjahiya mewsima çandiniyê de bê kirin. Li kêlek wê jî divê erebeyên agirkujiyê û stêrên avê ji bo şewatan amade bin.
Ji ber ku gundewarên Girê Spî ji eniyên şer ve nêz e û rûbera çandiniyê rûbirûyî topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye, ev şane hat avakirin.
(fr)
ANHA