Partiya Kesk a Demokrat wê beşdarî hilbijartinan bibe

Partiya Kesk a Demokrat eşkere kir ku ew ê jî tev li hilbijartinên şaredariyên ên 30ˊê Gulanê bibe.

Partiya Kesk a Demokrat wê beşdarî hilbijartinan bibe
4 gulan, 2024   16:36
QAMIŞLO

Partiya Kesk a Demokrat li pêşiya avahiya nivîsgeha xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê hilbijartina şaredariyan ragihand ew jî weke Partiya Kesk a Demokrat radigihînin ku wê beşdar bibin.

Daxuyanî ji aliyê berpirsiyarê Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Nûjen a Kurdistanê Ebdulxenî Omer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Di vê qonaxa girîng de ya ku Bakûr û Rojhilatê Sûriyêyê tê re derbas dibe û ji bo bicihkirina demokrasiyê, weke hemû caran Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê ew herêm û gelê wê parastiye û beriya demekê hilbijartinên şaredariyan li herêmê ragihand.

Em Partiya Kesk a Demokrat û Tevgera Nûjen a Kurdistanî, ji bo gelê xwe û ji raya giştî re radighînin ku em ê bi hev re di hundirê hevbendiyekê de derbasî van hilbijartinan bibin. Ev hevbendî li pêşiya hemû partî û kesayetên ku dixwazin tev lê bibin û di pêşketina xizmetguzariyê li herêma me de xwedî rol bin, vekirî ye. Em bi hêvî ne hemû kes dengê xwe bi azadî pêk bîne û piştgirtiya vê hevbendiyê bike. Ji bo jiyaneke azad misoger be û xwedî li hemû nirxên pîroz û nirxên demoqrasiyê derkevin. Divê her kes xwedê li vê qonaxê derkeve û berpirsiyar be.”

 (bm-t)

ANHA