Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin

girtiyên yên ji doza PKK’ê ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji bo sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin her hefteyê daxwazname û serlêdanê dikin.

Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
2 ÇILE, 2024   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de dabû destpêkirin di roja 37’an de didome. 

Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, ji bo sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin serlêdan kirin.

Ji girtiyên siyasî Ahmet Herdem (36) di hevdîtina ser telefonê ya bi malbata xwe re de diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê her hefteyê serlêdanê dikin ji bo sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin. 

Ahmet Herdem da zanîn ku li Îmraliyê tecrîd heye û li dijî vê jî li her qadê berxwedan heye. Em jî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê di greva birçîbûnê de ne. Her 5 rojan carekê komek çalakiyê dewr digire. Hemû hevalên li qadê ji bo şikandina tecrîdê û sewqa Îmraliyê serlêdanê dikin.

Em daxwaza çûna gel Rêbertiya xwe her hefteyê nû dikin. Em hemû hevalên ku peyama me gihiştiyê silav dikin û sersalê pîroz dikin.”