Li Kîevê teqînîn mezin rû dan

Di encama bombebarana Rûsyayê ya li dijî gelek herêmên Ukraynayê û paytext Kîevê de kesek hat kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Kîevê teqînîn mezin rû dan
2 ÇILE, 2024   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê duh sibê teqînên mezin li Kîevê rû dan. 

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Ukraynayê Oleg Sinigubov got li Xarkivê di 4 êrişan de kesek hat kuştin û herî kêm 20 birîndar bûn. Her wiha zirar li avahiyan û binesaziya bajêr bû.

Hêzên hewayî yên Ukraynayê ragihandibû ku gelek moşekên ku ber bi paytextê ve hatine avêtin, bi cih kirin û destnîşan kir ku gef li ser başûr û rojhilatê welat jî hene.

Piştî daxuyaniya serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku dê "êrişan zêde bikin" van êrişan dest pê kir.

Ukraynayê roja şemiyê bersiva topbarana Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê dabû. Di encama êrişa Rûsyayê de 39 kes hatibûn kuştin û di êrişa Ukraynayê ya bersivdayînê de jî 25 kes hatin kuştin.

Desthilata Ukraynayê destnîşan kir ku Rûsyayê di wan êrişan de gelek zêde moşek bi kar anîne.

Rûsyayê jî roja sersalê gelek bajarên Ukraynayê bombebaran kirin. Ukraynayê jî piştrast kir ku Rûsyayê bi 90 balafirên bêmirov êriş kiriye û jê 87 xistine xwarê.

LI KÎEVÊ BI DEHAN TEQÎN

Li Kîevê teqînên mezin rû dan. Şaredarê paytextê Vîtalî Klîçko li jîngeheke eyaleta Solomyanskiyê herî kêm bi dehan kes birîndar bûne û di encama êrişa bi moşekan de şewat derketiye.

Rêveberiya Leşkerî ya Ukraynayê jî destnîşan kir ku moşekên Rûsyayê li gelek herêmên Kîevê ketine.

Li Rêveberiya Leşkerî û berpirsekî xwecih, li herêma Peçerskê moşek li du avahiyên bilind ketine û agir bi dikanekê û depoyekê ketiye.

Klitschko destnîşan kir ku li herêma Podil a bakurê Kîevê binesazî hatiye bombebarankirin. Di encamê de kehrebe ji ser 4 herêmên paytextê qut bûye û pirsgirêk di avê de derketiye. Her wiha zirar li boriyeke gazê bûye.

Hêzên hewayî yên Ukraynayê li ser Telegramê bang li niştecihên paytextê kiribû ku ji jêrzemînan dernekevin, ji ber ku êrişên bi moşekan zêde dibin.

(şx)