Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Tebqayê çalakî

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de, rêveberiyê destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji cîhanê re projeyeke guncaw a jiyana li gorî pergala demokratîk a giştî ye.

26 mijdar, 2023   16:55
TEBQA

Şêniyên bajêr tev li çalakiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn ku li qada Yekitiya Werzîşê hatiye lidarxistin.

Di destpêka çalakiyê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevserokê Meclisa Rêveber Mezlûm Omer axivî û got: “Em îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe li dar dixin. Tevahî cureyên îşkenceya derûnî û bedenî li dijî Rêbertiya me hatin kirin û bi rêbazên cuda xwestin fikr û projeya wî ya demokratîk têk bibin. Ji bo wê jî bikin, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kirin.”

Omer diyar kir ku tevî van fişar, îşkence û hewldanên bêdengkirina heqê, lê dîsa jî vîna wan a berdewamkirina têkoşînê mezintir bû.

Omer bang li cîhanê, rêxistinên mirovî, hiqûqî û demokratîk ên parastina mafên girtiyan kir ku piştgiriya doza Rêber Abdullah Ocalan bikin, fişarê li rejîma Tirk a faşîst bikin bila azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Omer destnîşan kir ku xebatên wan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam in.

Dûre Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li ser kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan sinevizyonek pêşand.

Tê payîn çalakî sibe bi dawî bibe.

Di heman çarçoveyê de rêxistinên civaka sivîl ên Dêrazorê bi daxuyaniyekê ku li pêşiya avahiya rêxistinan daye, banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin divê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan destwerdanê bikin ji bo ku doza Rêber Abdullah Ocalan çareser bikin.

(şx)

ANHA