Çeteyan li gundewarê Til Temirê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê rojava yê Til Temirê welatiyek revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyan li gundewarê Til Temirê welatiyek revand
26 mijdar 2023   16:56
HESEKÊ

Çavkaniyeke xwecih ji ajansa me re da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ehid Ehmed El Elî (37) ê ji gundê Deşîşê yê navçeya Til Temirê yê li nêzî deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk li Serêkaniyê de revand.

Çavkaniyan got, Ehid Elî dema di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de dixebitî ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Çavkaniyê diyar kir ku şêniyên herêmê erebeya Ehid El Elî li ser rêya navneteweyî li nêzî rawestgeha El Rezic a rojavayê gundê Aliye dît û radestî malbata wî kir.

 (mh)

ANHA