Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin

45`emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) wê li 17 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahiyan were pîrozkirin. Komîteyên amadekar ên şahiyan banga tevlêbûnê li gel kir.

Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
Li 17 navendan wê sersala PKK`ê bê pîrozkirin
26 mijdar, 2023   16:42
QAMIŞLO

Bernameyên pîrozbahiyê wê bi pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin, li her bajarekê komîte hatine amadekirin û amadekarî bi dawî bûne. Li gorî bernameyê pîrozbahiyên herêman wiha ne:

HERÊMA CIZÎRÊ

Ji bo bangewaziyê şêniyên Qamişloyê bi cil û bergên xwe yê floklorî û bi slogana `Bijî Pariya Karkerên Kurdistan` li kolanan geriyan û biroşûr belavkirin, di biroşûrê de salvegera PKK`ê li gelan pîrozkirin û bang li beşdarbûna şahiya vekirina bexçeyê Azadî jî kirin. Pîrozbahiya li Qamişloyê li bexçeyê Azadî ya li cem çerxerêya Yûsifê Gulo saet 15:00`an tê lidarxistin.

Her wiha li navçeya Tirbespiyê saet 12:00`an li Yaneya Roj, li navçeya Dêrik saet 10:00`an li Stada Kornîş, li navçeya Girkê Legê saet 16:00`an li hola Rojhilat, li navçeya Til Hemîs saet 12:00`an li Navenda Çandê, li navçeya Çilaxa saet 15:30 li hola Roj, li Til Koçer jî saet 11:00`an li navenda Hêzên Parastina Civakê HPC û li navçeya Amûdê saet 14:00 li hola Seyran pîrozbahî tên lidarxistin.

Li bajarê Hesekê jî saet 10:00`an li hola Silko, li navçeya Til Temirê saet 12:00`an li bexçeyê Meclisa Malbatên Şehîdan, li navçeya Şedadê saet 16:00`an li Hola Werzîşê, li navçeya Dirbêsiyê saet 16:00`an li Navenda Çandê û li navçeya Til Birak saet 12:00`an li navenda Çandê Çandê pîrozbahî hene.

HERÊMA FIRATÊ

Li bajarê Kobanê saet 12:00`an li qada Şehîd Egîd.

TEBQAYÊ

Li Tebqa saet 15:00`an li stada Yekitiya Werzîşê.

ŞEHBA Û HELEBÊ

Li Şehbayê saet 14:00`an li Kampa Serdem û li Heleb jî saet 13:00`an li hola Star Layt a li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûdê ye.

Dê îro jî li gelek deverên herêmê konvo hebin û ji bo bîranîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Azadiyê li goristanan mûm werin vêxistin.

(sb/a)

ANHA