Ji bo 4’ê Nîsanê kilîba ‘Hêviya Azadiyê’

TEV-ÇAND`ê bi boneya 4`ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi navê “Hêviya Azadiyê” kilîbek amade kir.

Ji bo 4’ê Nîsanê kilîba ‘Hêviya Azadiyê’
4 nîsan, 2024   12:23
QAMIŞLO

Bi boneya 4`ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamayayê (TEV-ÇAND) duh (3`ê Nîsanê) kilîbek bi navê “Hêviya Azadiyê” weşand.

Di kilîbê de komên Komîna Govend û Şanoyê yên girêdayî TEV-ÇAND`ê têkoşîna gelên Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî, Ermen û Asûrî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan vedibêjin.

Di dawiya klibê de sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê tê hilweşandin.

Senaryaya kilîbê ji aliyê Hunermend Baran Dilbihar ve hatiye nivîsandin, lîstikvan Simko Cûdî jî amadekariya wê kiriye.

(sb/a)

ANHA