Çeteyan welatiyekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li Efrînê revand.

Çeteyan welatiyekî din revand
4 nîsan, 2024   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên artêşa Tirk a dagirker li gundê Şîxurzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê welatiyê bi navê Rênas Reşîd (34) revandiye.

Li gorî rêxistinê, Rênas Reşîd 31’ê Adarê gilî li kesekî li herêmê hatiye bicihkirin ê dest danîbû ser mala wî ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê kiribû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku heta niha aqûbeta Rênas Reşîd nayê zanîn.

(bb)

ANHA