Xelkê Reqayê DEM Partî pîroz kir

Endamên meclis û komînên Reqayê serketina DEM Partiyê pîroz kir.

Xelkê Reqayê DEM Partî pîroz kir
4 nîsan, 2024   12:57
REQA

Endamên meclis û komînên kantona Reqayê li ber avahiya Meclisa Giştî ya Meclis û Komînên Reqayê kom bûn û bi daxuyaniyekê serketina DEM Partiyê di hilbijartinên xwecih ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Hevseroka Meclis û Komînên Reqayê Heyfa Muslim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de serketina DEM Partiyê hat pîrozkirin û hate diyarkirin ku ev serketin dide nîşandan ku gel nirxên demokrasî û guhertinê di ser her tiştî re digire.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ruxmî zext û hîleyên AKP’ê, lê DEM Partî bi ser ket. Her wiha hate gotin, binkeftina APK’ê encamên êriş û dagirkeriya wê ya li Sûriyeyê û aloziyên hundirîn ên li Tirkiyeyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya bi DEM Partiyê re hat nîşandan û Rêber Abdullah Ocalan hat silavkirin.

(bb)

ANHA