Ji ber tetbîqatên Îsraîlê welatiyek li Derayê birîndar bû

Di tetbîqatên leşkerî yên hêzên Îsraîlê de kesek ji gundê Meiriye yê li rojavayê Derayê bi guleya hêzên Îsraîlê birîndar bû.

Ji ber tetbîqatên Îsraîlê welatiyek li Derayê birîndar bû
31 tîrmeh, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, dema hêzên Îsraîlê yên li baregeha El Cezîre ya li bakurê Meiriye yê rojavayê Derayê tetbîqatên leşkerî dikirin, welatiyek li geliyekî nêzî gund bû, bi guleyan birîndar bû. Welatî rakirin nexweşxaneyê.

Piştî bûyerê, li ser herêmê helîkopterên Îsraîlê digerîn, hemwextî wê erebeyên leşkerî yên Îsraîlê ber bi herêmên Colanê ve çûn.

Duh, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kiribû ku li ser gelek deverên parêzgeha Derayê balafirên şer digerin û li gundewarên başûrê Quneytîrayê heta bi Hewd Yermûk balafirên keşfê digerîn.

(fr)