`Ji ber dorpêçê rewşa tenduristî her ku diçe xetertir dibeˊ

Ji 20`ê Çileyê heta roja îro Kobanê di nava dorpêçeke herî giran de ye, her ku diçe rewşa nexweşxaneyên Kobanê ji ber kêmderfetiyan ber bi xeteriyê ve diçe.

11 adar, 2026   10:33
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li gel peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, ji 20ˊê Çileyê ve dorpêçeke giran li ser bajarê Kobanê didome.

Hevserokê Desteya Tenduristî ya bajarê Kobanê Ehmed Mehmûd der barê dorpêça li ser Kobanê û rewşa tenduristî ji ajansa me re axivî.

Ehmed Mehmûd diyar kir ku dorpêça li ser Kobanê di roja 50`î de dewam dike û wiha got: "Ji 20`ê Çileyê ve ta roja îro Kobanê di nava dorpêşeke giran de ye. Di van deman de derman neketiye Kobanê ji derveyî yên ku rêxistinên mirovan şandibûn, ew derman jî ne hemû cure bûn û kêm bûn. Ji ber êrişan hemû koçberên ji gundewarên Kobanê berê xwe dan navenda Kobanê, ev yek jî hişt zexteke mezin li nexweşxaneyên Kobanê bibe. Nexweşxaneya Kobanê rojane 800 nexweş pêşwazî dikir. Nevenda Tenduristî yên me yên Çelebî, Girik, Sirîn, Qadirî ji ber dizî û êrişên komên hikumeta demkî ji xizmetê derketin."

`GELEK ALIYETÊN ME JI XIZMETÊ DERKETINE`

Mehmûd destnîşan kir ku rêxistinên mirovan dermanê ku şandî Kobanê ne cureyên dermanên bi giştî bûn û kêm bûn û wiha pê di çû: "Navenda me ya nexweşiya Şekir ji ber tunebûna derman ji xizmetê deket. Her wiha peydakirina hin nexweşiyên Dil, Şekir, Tansyon, Penceşêr zehmet e. Dermanê hebên salê (Laşmanya) ku tenê di nexweşxaneya Miştenûr de tê dîtin, ber bi xilasbûnê ve ye û ji ber ku niha ev zêde ye. Dema ku dorpêçê dest pêk kir elektirîk hatibûn qutkirin, ji wê demê û heta roja îro her tişt hate ser jeneretoran. Ji ber vê yekê jenetor 24 seetan nehatin rawestandin. Vê yekê jî hişt aliyetên me yên Tebeq Mihwerî û cîhazê me yên Şewqê (Eşîa) ew jî xerab bû û ji xismetê derket. Her wiha cîhazê me yên Gurçikşûştinê çar cîhazê me hebûn, ew jî ji ber ne îstiqrara elektirîkê, sê cîhaz ji xizmetê derket û niha yek di xizmetê de ye."

Mehmûd diyar kir ku dermanê Aşleya Zarokan (Luqah) her ku diçe kêm dibe û got: "Em bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku dorpêçê rakin da ku derman derbasî Kobanê bibe. Ji ber ku dermanê Aşleya Zarokan ji aliyê rêxistina tenduristî ve bi rêya hikumetê tê şandin. Em jî dixwazin para me ya derman bigihêje me."

`HIN CUREYÊN DERMANAN NEMAYE Û HIN JÎ KÊM IN`

Mehmûd da zanîn ku dermanê laburatoran jî demekê hate rawestandin, piştre hin derman ji Cizîrê gihişt Kobanê û wiha got: "Derman di Laburatoran de heye lê kêm e. Di nexweşxaneyên me de hin cureyên dermanên tehelîlan nemaye. Dermanê Anestezî jî kêm maye, ji ber ku dermanê Anestezî ji bo emeliyatan pêwîst dike, lê niha ew kêm maye ku bi vî rengî rewş biçe wê emeliyat jî were rawestandin."

`DIVÊ DOPÊÇ LI SER KOBANÊ RABE`

Ehmed Mehmûd anî ziman ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê dibêje Kobanê ne di dorpêç de ye, lê dema ku tişt neketin Kobanê û derneketin, ev bi xwe dorpêç e û wiha got: "Dema ku rewş bi vî rengî biçe, wê demê em ê di nava karîzekê re derbas bibin. Banga me ji saziyên mafên mirovan û yên eleqedar ew e ku zextê li hikumeta demkî ya Sûriyryê bikin, ku rêyan ji me re vekin û divê bi awayekî lez dorpêç li ser Kobanê were rakirin, ji bo ku derman bigihêje me."

(fr)

ANHA