Li Til Hemîsê 2 çete hatin girtin

QSD’ê li gundewarên Til Hemîsê 2 çete girtin û pê re miqdareke çek desteser kirin.

Li Til Hemîsê 2 çete hatin girtin
15 hezîran 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gundewarên Til Hemîsê ya kantona Cizîrê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatine girtin û miqdareke çek pê re hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Tîmên Operasyonên Taybet (TOL) ên hêzên me li gundê Îskenderon ê Til Hemîsê operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Operasyon li dijî 2 endamên rêxistina terorîst Muhened Mehcûb El Medlûl ê bi navê Ebî Şam tê naskirin û Seed Mehcûb El Medlûl ê bi navê Ebî Sedam tê naskirin, li dar ket ku kiryarên qetilkirin, revandin û teqîn li herêmê pêk anîne. Di çarçoveya operasyonê de hêzên me cihê ku her du terorîstan xwe lê vedişart dorpêç kir. Di encamê de her du terorîst girtin."

Li gorî daxuyaniyê, çek û alavên bi çeteyan re hatine desteserkirin ev in: 2 kalaşînkof û 80 gule û 6 cercûrên wan, 4 telefon mobîl, 2 telefonên normal û 2 tablet.

(bb)

ANHA