‘Divê jinên ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin bikin’

Di konferansa jinên ciwan de bal hat kişandin ku divê jin xwe li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan perwerde û rêxistin bikin, bibin bersiva êrişên pergala kapitalîst.

‘Divê jinên ciwan li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin bikin’
6 gulan 2024   16:58
QAMIŞLO

Konferansa “Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin, bi nîqaşên li ser mijarên, “Avakirina netewa demokratîk û konfederalîzma jinê”, “Di konfederalîzma demokratîk de rol û mîsyona jinên ciwan” berdewam kir. 

Nirxandinên li ser mijaran hatine kirin wiha ne:

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ferah Hesen: Lazime wek jinên ciwan em xwe perwerde bikin. Serokatî herî zêde girîngî daye perwerdeyê. Lazime em azadiya wî ya fizîkî bi têkoşîna xwe pêk bînin.

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Nadya Yusif: Yekîtiya Jinên Ciwan di sala 2016’an de hatiye avakirin. Jinên ciwan di hemû qadên jiyanê de, di hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cîh girtine û ji bo jiyaneke komunal xwe birêxistin kirine. Rêber Abdullah Ocalan pir girîngî daye perwerdeyê. Îro wek jinên ciwan em herî zêde tişta ku girîngî didinê perwerde ye. Niha di modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk li beramberî hev di nava şerekî de ne. Em wekî jinên ciwan her roj bi êrişên pergala desthilatdar re rû bi rû dimînin. Li ser jinan rojane şiddet tê meşandin. Lazime em zîhnîyeta desthilatdariyê baş fêm  bikin û li hemberî wê têkoşîneke rast bikin. Lazime em fikrên Serokatiyê jiyanî bikin. Îro kêlî bi kêlî êrişeke bê hempa li dijî me tê kirin. Wek Yekîtiya Jinên Ciwan em ê piştî vê konferansê guhertinên pir mezin çêbikin. Em ê li hemû qadan xebateke xurt bimeşînin. Wek jinên ciwan bi navê hemû pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Suryeyê em di nava têkoşînê de ne. Ev nêzî 13 sal e jinên ciwan di şoreşê de bi bîrdoziya Rêber Apo têkoşînê dimeşînin. Îro jî bi hemû hêza xwe em ê li hemberî zîhniyeta dewletperest a ku yekperestiyê pêş dixe, têkoşîn bikin. Ji bo vê jî lazime wek jinên ciwan em hemû jî kesayeta xwe di ber çavan re derbas bikin. Bi vî awayî bi tevlîbûneke çalak em ê civakeke exlaqî polîtîk, ekolojik û azadiya jinê ava bikin.”

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Avaşîn Kobanê: Em vê Konferansê li Rêber Apo pîroz dikin û em hêvî dikin ku ev konferans bibe vesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Lazime em fikrên jinên ciwan di hemû nifşên civakê de belav bikin.  Rêber Apo ji bo azadiya me projeya konfederalîzma Demokratîk pêşkêş kir. Bi saya fikrên rêbertî li seranser Bakûr û Rojhilatê Suryeyê di azadiya jinê de şoreşa zihnîyetê hate avakirin. Lazime em erka dikevê ser milê xwe bi rexnedayîn pêk bînin.”

Piştî axaftinan wê konferans bi xwendina encamnameyê bidawî bibe.

(ekib/a)

ANHA