Ji amûrên xirabe traktoreke biçûk çêkir

Mîzer El Xelef amûrek xirabe û kevn sererast kir û veguherand traktoreke biçûk û xewna zaroktiya xwe bi derfetên xwe yên xweser pêk anî.

Ji amûrên xirabe traktoreke biçûk çêkir
Ji amûrên xirabe traktoreke biçûk çêkir
29 sibat, 2024   05:34
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Behreyeke xerîb a Mîzer El Xelef heye ku amûrên zingarî û kevn sererast dike û jê amûreke din çêdike.

El Xelef ji navçeya Holê ya kantona Cizîrê ye. Amûrên kevn û zingarî kom kirin û pê traktorek çêkir.

El Xelef bi traktora çêkirî, karê xwe yê rojane dike, zehmetiyên ku berê ji ber barkirina alavên avakirinê dikişandin, sivik kirin.

Mîzer El Xelef ji biçûkahiyê ve xeyal dikir ku traktoran çêke û der barê wê de got: "Ev xewna zarokatiyê ye. Dema biçûk bûm min bi traktoran û amûrên çandiniyê dilîst. Vê jî dehfek da min ku amûrên çekirî sererast bikim û ji nû ve bixebitînim. Ji ber wê min ev traktora biçûk çêkir."

DI 20 ROJAN DE TRAKTOR ÇÊKIR

El Xelef da zanîn ku wî bê alîkarî traktor çêkiriye û wiha domand: "Çêkirina vê traktorê ji nû ve, tenê 20 rojan dewam kir. Ruxmî ku madeyên bingehîn tune ne."

El Xelef bi derfetên xwe yên berdest, dest bi vê projeya xwe kir û diyar kir ku heta gihaştiye vê encamê gelek zehmetî kişandine.

Amûrên ku El Xelef di çêkirina traktorê de bi kar anîne, kevn û zingarî bûne lê wî ew paqij û spî kirine, ji bo ku dîsa sûdê jê bigire û di traktora xwe de bi kar bîne.

‘MIN TEXMÎN NEKIR EZ BI SER BIKEVIM’

Destpêkê El Xelef bawer nake ku traktor bixebite lê bi ser dikeve û tractor dixebite. Der barê vê de El Xelef wiha axivî: “Ez gelekî kêfxweş bûm ku min xewna zarokatiyê pêk anî. Hesteke gelekî xweş e û nayê wesifandin. Ez gelekî şad bûm.”

Traktor dikare 2 ton giraniyê rake û El Xelef di xebatên xwe yên rojane de bi kar tîne, pê erebeyên xirabe dikişîne, çîmentoyê bar dike.

(şx)

ANHA