Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin

Bi armanca têkbirina dorpêçê û şikandina keysbaziya bazirganan Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a Helebê li gorî pergala kooperatîfan dest bi projeyeke çandiniyê kir.

Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûdê hat vekirin
29 sibat, 2024   04:37
HELEB
MIHEMED EBDO

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a Helebê li her du taxan dest bi projeya çandiniyê kir.

Proje li nêzî gundê Pino yê li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ye. Di projeyê de tabloyên enerjiya tavê û bîra avê hene ku avê ji bîrê bikişîne û çandiniyê av bide.

Di projeyê de malbateke koçber a Efrînê ku li taxa Şêxmeqsûdê bi cih bûye, dixebite.

Rûbera projeyê hêktareke û ber bi firehbûnê ve. Di destpêkê de îsot, pîvaz, sîr, kelem, tivir û hwd hatin çandin.

Endama rêvebera Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Coliya Mistefa diyar kir ku wan dest bi firotina berhemên xwe li sûkan kir da ku pêdiviyên her du taxan ji sebzeyan dabîn bikin.

Coliya diyar kir ku dê di qonaxa duyemîn a projeyê de firingî, xiyar û kundirê kosa û hwd biçînin.

Ji bo derbaskirina erebeyên biçûk li her du taxan ku tê de sebze hene, leşkerên hikumeta Şamê yên li 4 bendên sereke yên li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine belavkirin bertîl û pereyan dibin; ji 50 hezarî heta bi 400 hezar lîreya Sûriyeyê. Di encamê de, hemwextî kêmbûna sotemeniyê û berdewama dorpêçê, bihaya kel û pelan bilind dibe.

Komîteya Aboriyê destnîşan kir ku ji bo teşwîqkirina pêşxistina aboriya jinan li her du taxan û bersivdana dorpêçê planên wan ên pêşerojê hene.

(fr)

ANHA