Îsraîlê operasyoneke bejahî da destpêkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku "operasyoneke bejahî ya diyarker" li başûrê Lubnanê daye destpêkirin.

Îsraîlê operasyoneke bejahî da destpêkirin
7 cotmeh, 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlî Avichai Adraee di daxuyaniyekê de li ser X’ê de got: "Firqeya Celîl 91 operasyonên diyarker ên bi armancên diyar li başûrê Lubnanê pêk tîne.”

Adraee bang li niştecihên gundên Lubnanê kir ku ji bo parastina xwe malên xwe terk bikin û heya demekê venegerin. Her wiha got, êrişên artêşê berdewam in.

Hizbullahê jî ragihand ku baregeheke leşkerî ya li başûrê Heyfayê bi moşekên Fadi 1 kiriye hedef.

Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku 2 moşek li herêma Heyfa ya li beravên Deryaya Spî û 5 moşek jî li Tebereya ketine.

Polîsên Îsraîlê ragihand ku ji ber êrişên bi moşekan zerar li milk û avahiyan bûye. Li gorî hin nûçeyan jî birîndar çêbûne.

(bb)