Nêzî 18 hezar koçber hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Hejmara kesên ku ji Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 17 hezar û 948.

Nêzî 18 hezar koçber hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
7 cotmeh, 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya krîzê diyar kir ku hejmara kesên ji ber şerê li Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûye 17 hezar û 948.

Li gorî maseyê, hejmara kesên ji Lubnanê hatine wiha ye; 6 hezar û 277 mêr, 5 hezar û 678 jin, 5 hezar û 936 zarok, 46 lubnanî. Maseyê bi bîr xist ku 11 cenaze jî derbasî herêmê bûne.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz vegera şêniyan bi rêxistin dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne. Rêveberiya Xweser jî şêniyan pêşwazî dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

(bb)

ANHA