Îsraîlê li gundewarê Derayê 2 kes destgîr kirin

Yekîneyek hêzên Îsraîlê ket gundewarê Derayê û 2 kes destgîr kirin.

Îsraîlê li gundewarê Derayê 2 kes destgîr kirin
11 îlon, 2025   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyeke hêzên Îsraîlê îro ket gundê Abidîn ê herêma Hewza El Yermûk ê gundewarê rojavayê Derayê.

Hate ragihandin ku yekîneya artêşê li taxa rojhilatê gundê operasyoneke serdegirtinê pêk anî. Di serdegirtinê de 2 kes destgîr kirin û birin cihekî ne diyar.

Hate diyarkirin ku yekîne piştre ji gund vekişiy.

Hêzên artêşa Îsraîlê dem dem xeta sînor a bi Colanê re derbas dike Di 7’ê Îlonê de hêzeke artêşê rêya di navbera Ceba û Um Batina yên gundewarê Quneytîrayê de derbas kir û erebe kontrol kirin.

(bb)