Îsraîlê ji bo taxeke başûrê Beyrûtê were valakirin hişyariyek lezgîn da

Artêşa Îsraîlê, vê êvarê, ji bo niştecihên taxên başûrê Beyrûtê, hişyariyeke lezgîn da û ji wan xwest tavilê avahiyekê vala bikin ku ew ê hedef bigire.

Îsraîlê ji bo taxeke başûrê Beyrûtê were valakirin hişyariyek lezgîn da
27 nîsan, 2025   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke xwe de hişyariyeke lezgîn da niştecihên taxên başûrê Beyrûtê, bi taybet da niştecihên li taxa El Hedes.

Di daxuyaniya artêşê de hat gotin, "Ji bo her kesê di avahiya bi sor hatiye boyaxkirinê de, hûn nêzî avahiyên girêdayî Hizbullan in."

Her wiha artêşê anî ziman ku ji bo aştiya wê û aştiya malbatên we hûn neçar in ku tavilê avahiyê vala bikin û heta rûbera ne kêmtirî 300 metre li gorî di nexşeyê de hatiye destnîşankirin bi dûr bikevin.

Li taxê dengê fîkên hişyariyê ji hêla artêşa Îsraîlê ve hatin avêtin ku herêma gef lê tê xwarin vala bikin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê, balafirên şer û balafirên bêmirov ên Îsraîlê li asîmanê taxên ku berî çend mehan rastî êrişên tund hatibûn, geriyan.

(fr)