Bi biryardariyeke mezin hewl didin avahiyên xizmetguzariyê tamîr bikin
Meclisa Bajarê Eyn Îsayê diyar kir ku ew bi îsrar in avahiyên xizmetguzariyê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker çêbûne tamîr bikin, her wiha berxwedana gelê herêmê ya li hember êrişan pîroz kir.
Wekî deverên din ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bajarê Eyn Îsa û gundewarê wî yê kantona Firatê zêdetirî 3 mehan rûbirûyî êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker hatin, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn, binesaziyên xizmetguzarî û stasyonên ava vexwarinê wêran bûn.
Ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn ji şêniyan re bê misogerkirin, Meclisa Bajarê Eyn Îsayê bi rêya tîmên xwe yên pîşeyî hin avahiyên zirardîtî tamîr kirin.
Hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsa Ayat El Îsa ji ajansa me re li ser mezinahiya zirarên li avahiyên xizmetguzariyê bûne axivî û got: "Bi armanca têkbirina îstîqrarê li herêmê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk avahiyên xizmetguzariyê hedef girtin, bi wê re hin temamî hatin xerabkirin; weke stasyona avê ya Fatse, depoya avê ya sereke li Eyn Îsayê."
Ayat wiha domand: "Ji bo hin avahiyên ku bi awayekî beşî hatine wêrankirin, tevî derfetên sînordarkirî û xeteriyên heyî, tîmên pîşeyî ew tamîr kirin. Ji wan avahiyan; stasyona ava Hîşê û stasyona kehrebê ya Eyn Îsa ne. Tîmên pîşeyî bi awayekî lezûbez ew avahî tamîrkirin ku bikeve xizmetî welatiyan."
Ayat diyar kir ku ji ber topbaranê depoyên parzûnkirinê yên demkî yên li gundên El Xalidiyê, Elîmat û hwd hatin xerabkirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, Gerînendetiya Avê ya bajêr û gundewarê xwe dispêre bîrên avê yên li gundewarê rojavayê bajêr; weke Felîhiyê, Ebû Sose, her wiha shrîcên avê jî di nava xebatê de ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Gerînendetiya Avê bi lêçûna 185 hezar dolar stasyonên avê yên Fatse û Hîşe tamîr kirin, û depoya ava sereke li Eyn Îsayê bi lêçûna hezar û 370 dolar hat tamîrkirin.
Ayat El Îsa di dawiyê de got saziyên xwecihî israr dikin ku tamîrkirina xerabbûnên mayî tamîr bikin ku xizmetguzarî ji tevahî welatiyan re bê peydakirin. Her wiha Ayat berxwedana şêniyan û girêdana wan bi xakê ve pîroz kir.
(fr)
ANHA