Îsraîlê ji bo gihandina alîkariyê li Xezayê agirbesta demkî ragihand

Îsraîlê biryar da ku ji bo hêsankirina gihandina alîkariyê bo xelkên Xezayê ,li çend deverên Xezeyê "agirbesteke mirovî" ya demkî ragihand.

Îsraîlê ji bo gihandina alîkariyê li Xezayê agirbesta demkî ragihand
27 tîrmeh, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê di bin zexta navneteweyî ya zêde û rewşa mirovî ya xirab a li Xezayê de, li çend deverên Xezayê "agirbesteke mirovî" ya demkî ragihand. Agirbestji îro saet di 10.00`ê dest pê dike û heta êvarê berdewam dike.

Li gorî Desteya Weşanê ya Îsraîlê, ev biryar di encama civîneke biçûk hat dayîn ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz û Wezîrê Karên Derve Gideon Sa'ar, berpirsên ewlehî û siyasî beşdar bûn.

Li gorî biryarê dê "agirbesteke mirovî" li çend deverên ku şênî lê dijîn û hin deverên bakurê Xezayê, were ragihandin

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî roja îro ragihand ku operasyonên leşkerî li sê deverên Xezayê ji bo "armancên mirovî" hatine rawestandin.

Tevî raporên navneteweyî yên li ser xirabûna rewşa mirovî li Xezayê, artêşa Îsraîlê got ku Xezayê birçîbûn tune ye, û diyar kir ku ev "kampanyayeke derewîn a ji hêla Hamasê ve tê rêvebirin e". Îsraîlê got ku belavkirina alîkariyan berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî ye.

(k)