Îsraîlê êrişî Lubnanê kir, 5 kes hatin kuştin

Hêzên Israîlê şevê din li dijî Lubnanê êrişên hewayî pêk anîn. Di encamê de 5 kes hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir, 5 kes hatin kuştin
4 îlon, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê şevê din gelek deverên bajarokên Edlûn, Ensariye, El Xerayîb, Şeba û El Teyba yên Lubnanê, bombebaran kir. 

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di encama bombebaranê de hejmarek welatî ku Sûriyayî jî di nav de hatin kuştin. Di heman êrişê de 3 jê zarok 7 welatiyên Lubnanî û 3 welatiyên Sûriyeyî birîndar bûn.

Li bajaroka Batir jî balafireke bêmirov a Îsraîlê welatiyek li ber mala wî bombebaran kir û hat kuştin. Li bajaroka El Teyba jî di encama bomebarana balafiran de welatiyek hate kuştin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee der barê êrişan de diyar kir ku hêzên wan bargehên Hizbullahê, bingehên fûzeyan û alavên endazyarî yên leşkerî bombebaran kirine.

Adraee îda kir ku cihên hatine bombebarankirin, gef û metirsî li ser Îsraîlê çêdikirin.

Li bajaroka Îtron jî hêzên Îsraîlê bi pêş ve çûn û malên welatiyan li nêzî Cil El Dêr ruxandin.

(dc)