Saziya Windahiyan a Sûriyeyê Meclisa Şêwirmendiyê ava kir

Saziya Kar û Barên Windahiyan a Sûriyeyê ya NY’yê meclisa xwe ya şêwirmendiyê ava kir. Seroka saziyê diyar kir ku avakirina meclisê ji bo garantîrkirina ku dengê girtî, kesên rizgarbûyî û civaka sivîl were guhdarkirin gaveke girîng e.

Saziya Windahiyan a Sûriyeyê Meclisa Şêwirmendiyê ava kir
4 îlon, 2025   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Serbixwe ya Kar û Barên Windahiyên a Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê avabûna meclisa xwe ya şêwirmendiyê ragihand.

Di daxuyaniya ku duh hatibû weşandin de meclis wekî dezgehekê ku "Beşdariya çalak a malbatên windahî û kesên rizgarbûyî û civaka sivîl di xebatên saziyê de garantî dike" nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Meclisa Şêwirmendiyê pencereya saziya serbixwe ye, ya ji bo wergirtina şîret û nerînên ji pisporên sûriyeyî û navneteweyî ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin saziyê zêdetirî 250 daxwaznameyên tevlêbûnê wergirtiye.

Li gorî daxuyaniyê ev kes ji bo meclisê hatin hilbijartin:

Beşa Qurbaniyan: Riyad Oler, Izedîn Salih, Fedwa Mehmûd, Wasil Hemîde, Mumîne El Hac Elî, Yasmîn El Mişan.

Beşa Civaka Sivîl a Sûriyeyê: Celal El Hemed, Cumana Seyf, Ula Şêx Hesen.

Beşa Pisporên Navneteweyî: Mercedes Salado Puerto, Hanî Meclî.

Seroka saziyê, der barê tayînkirina endamên meclisa şêwirî de got: "avakirina meclisa şêwirmendiyê gaveke girîng e ku dengê malbat, kesên rizgarbûyî û civaka sivîl were bihîstin û bi bandor beşdarî hewildanên saziyê bibin."

Saziya serbixwe ragihand ku endamên meclisê dê ji bo çar salan kar bikin.

Saziya Serbixwe ya Kar û Barên Windahiyan a Sûriyeyê bi biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 29’ê Hezîrana 2023’an de hat avakirin.

(bb)