Îsraîlê êriş başûrê Lubnanê kir

Li başûrê Lubnanê di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê li devera Qeda Sûr de kesek hate kuştin.

Îsraîlê êriş başûrê Lubnanê kir
26 tîrmeh, 2025   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lunbanê, Îsraîlê li parêzgeha Sûr başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de kesek hate kuştin.

Navenda Operasyonên Lezgîn a Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniyekê de aşkera kir ku droneke Îsaîlê, li ser rêya El Torwêrî û Serîfa li Sûrê bombebaran kiriye û di encamê de kesek hate kuştin.

DRONEKE ÎSRAÎLÎ KU BOMBEBARKIRÎ BÛ KETE XWARÊ

Artêşa Lubnanê ragihand ku droneke bombebarkirî ya Îsraîlê li başûrê welêt ketiye xwarê.

Fermandariya Artêşê – Rêveberiya Arastekirinê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe weşandiye de wiha got: " Der barê êrişên Îsraîlê yên berdewam û binpêkirinên serweriya neteweyî de, droneke bombebarkirî ya Îsraîlê li derdora bajarokê Meys El Cebel - Marjeyûn ketiye xwarê."

(ac/şx)