Îsraîlê destpêkirina ‘hemleyeke leşkerî’ li Xezayê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê li Xezayê dest bi “hemleyeke leşkerî” kiriye.

Îsraîlê destpêkirina ‘hemleyeke leşkerî’ li Xezayê ragihand
11 nîsan, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê kampa Nesîrat a li Xezayê bombebaran kiriye.

Her wiha di daxuyaniya artêşê de hate gotin: "Firqeya 126’an duh êvarê dest bi hemleyeke leşkerî li Xezayê kiriye û balafirên şer binesaziya kampa Nesîrat bombebaran kiriye.”

Artêşê di daxuyaniyê de da zanîn di hemleyê de gelek dikên avêtina moşekan hatine desteserkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ji 7`ê Cotmehê ve di encama êrişên artêşa Îsraîlê de zêdetirî 33 hezar û 360 kes hatine kuştin.

(şx)