Artêşa Tirk 24 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 24 caran bombebaran kirin.

Artêşa Tirk 24 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin
11 nîsan, 2024   14:30
NAVENDA NÛÇEYNA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

"Beriya her tiştî em cejnê bi hestên xwe yên şoreşgerî li dayikên xwe yên şehîdan, malbatên xwe yên şehîdan, gelê xwe yê welatparêz û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin.

8, 9 û 10'ê Nîsanê li herêma Garê qadê Gûzê, Girê, Deşta Kafya 8 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî, Bazê, Banka 11 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Xakurkê qadên Xinêrêya Jor, Kolît û Kendekola 4 caran; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."