Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn

Kongra Star a Helebê dayika Uweyş di salvegera 31'emîn a koça wê ya dawîn bi bîr anî û rola wê di pêşxistina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de anî ziman.

Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn
Dayika Uweyş li Helebê hat bibîranîn
11 nîsan, 2024   16:36
HELEB

Bi boneya salvegera 31ˊemîn a koça dawîn a dayika Uweş ku Rêber Abdullah Ocalan e, Kongra Star a Helebê bi civînekê li hola civînan 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd dayika Uweyş bi bîr anî û rola wê di avakirina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan anî ziman.

Di civînê de bi dehan şêniyên taxê beşdar bûn. Di civînê de endama rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatme Hesen spasiya jinan der bare bîranîna dayika Uweyş kir.

Fatme Hesen destnîşan kir ku piraniya taybetmendiyên pêşengtiyê yên di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de bi saya dayika Uweyş hatin pêşxistin û diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûn destpêka şoreşên nû yên li seranserî Kurdistanê.

Fatme Hesen soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û anî ziman ku avakirina civakeke şoreşger erkê jina azad e.

Civîn bi siloganên "Bijî berxwrdana Îmralî" bi dawî bû.

(mh)

ANHA