Îsraîlê careke din êrişî Xezayê kir: 14 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 2 saetan piştî bidawîbûna agirbestê, artêşa Îsraîlê êrişî Xezayê kiriye û di encamê de 14 kes hatine kuştin û bi dehan birîndar hene.

Îsraîlê careke din êrişî Xezayê kir: 14 kes hatin kuştin
1 kanûn, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê Eşref El Qudret ku li ser hesabê wezaretê yê Telegramê belav kiriye, 2 saetên piştî bidawîbûna agirbestê, artêşa Îsraîlê êrişî Xezayê kir û di encamê de 14 filistînî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

El Qudret anî ziman ku piranî kesên hatine kuştin, jin û zarok in.

Artêşa Îsraîlê vê sibehê ragihand ku şerê li dijî tevgera Hemasê ya li Xezayê piştî bidawîbûna agirbestê ji nû ve dest pê kiriye.