Îsraîl: Têkildarî penaberên Filistînê em ê bi Misirê re hemahengiyê bikin

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê got, Îsraîl ji bo derxistina Filistîniyan ji Xezayê tu plan amade nekirine û da zanîn ku dê bi Misirê re hemahengiyê bike.

Îsraîl: Têkildarî penaberên Filistînê em ê bi Misirê re hemahengiyê bikin
16 sibat, 2024   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên  derve yê Îsraîlê Israel Katz got, Îsraîl dê der barê penaberên Filistînê de bi Misirê re hemahengiyê bike. Katez diyar kir ku dê rêbazekê bibînin ku zirar nede berjewendiyên Qahîreyê.

Li gorî rojnameya Cîrozalîm Post a Îsraîlê, Katz di konferansa ewlehiyê ya Munich de axivî û got, pêwîst e Îsraîl bi Refeh re dan û standinê bike "ji ber ku ew nikare Hemasê li wir bihêle."

Katz  anî ziman  ku Îsraîlê ji bo derxistina Filistîniyan ji Xezayê tu plan amade nekirine û naxwaze piştî şerê xwe yê li dijî Hemasê, Xezayê kontrol bike.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê têkildarî penaberan jî diyar kir ku penaber dê li duyemîn bajarê herî mezin ê Xezayê bajarê an Xan Yûnisê bi cih bibin. Her wiha destnîşan kir ku Îsraîl dê bi Misirê re hemahengiyê bike da ku zirar negihêje berjewendiyên Qahîreyê.

Katz anî ziman ku eger çareseriyek dîplomatîk bo sivikkirina aloziyê nehat dîtin hingî Îsraîl dê neçar bibe ku Hîzbullah ji sînorê başûrê Lubnanê dûr bixe.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê ji cîhanê xwest ku zextê li Îran û Hîzbullah bike da ku ji başûrê Lubnanê dûr bikeve û biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 1701 pêk bîne.

Berê jî Misrê ji carekê zêdetir helwesta xwe ya li hember doza Filistînê û redkirina koçberkirina Filistîniyan nîşan dabû û ev pêngav wek windakirina doza Filistînê bi nav kiribû.

(mh)