Îsraîl derbasî Quneytirayê bû, xelkê Derayê dijî DAIŞˊiyan derket

Dewriyeyên hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytirayê bûn. Li Derayê jî şênî dijî vegera hin çeteyên ku di nava DAIŞˊê de bûn derketin.

Îsraîl derbasî Quneytirayê bû, xelkê Derayê dijî DAIŞˊiyan derket
13 tîrmeh, 2025   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Sûriyeyê alozî zêde dibe. Hat diyarkirin ku dewriyeyên artêşa Îsraîlê derbasî herêmên cuda yên gundewarê Quneytirayê bûne. Li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê jî, şênî li dijî vegear hinek çeteyên ku beriya niha di nava DAIŞˊê de cih girtine xwepêşandan li dar xist.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewriyeyeke Îsraîlê vê sibehê derbasî gundê Eyn Zîwan ê gundewarê başûrê bajêr bû. Hemwextî derbasbûna dewriyeyê ji aliyê herêma Til El Ehmer a rojava ve denge guleyan, lê sedema wê nehat zanîn.

Hat ragihandin ku dewriyeyeke din a artêşa Îsraîlê ber bi duryana (Çatrê) Eyn El Bêde ya li başûrê Dera ve çuye û bendeke kontrolê daniye, piştî demekê jî, vekişiyaye.

Duh jî li gundên Berîqa û Bîr Ecem ji ber gulebarana hêzên Îsraîlê ya ber bi eraziyên çandiniyê ve şewateke mezin derketibû û rûberek berfireh ji daran û çiyayan şewitî bû.

DIJÎ ÇETEYAN XWEPÊŞANDAN

Li Derayê jî bi dehan şêniyên bajarokê Tesîl li dijî vegera hinek çeteyên ku berê di nava DAIŞˊê de cih girtibûn, xwepêşandan kir. Şêniyan diyar kir ku hinek ji van çeteyan tevlî saziyên ewlehiy3e yên hikûmeta veguhêz a Suriyeyê bûne û ev li ser ewlehiya herêmê gefek mezin e.

Li aliyê din Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawîn de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de 16 kes ji ber sûcên takakesî, êrişên çekdarî û teqîna mayînan de jiyana xwe ji dest dane.

(fr)