Dan û standinên Dohayê têk çûn: 141 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku li Xezayê di 24 saetên dawîn de 141 kes hatine kuştin. Li aliyekî din jî dan û standinên li Dohayê yên bi armanca agirbestê li Xezayê têk çûn û êrişên Îsraîlê dijwar bûne.

Dan û standinên Dohayê têk çûn: 141 kes hatin kuştin
13 tîrmeh, 2025   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên bijîşkî yên filistînî dan, di 24 saetên dawîn de ji ber êrişên domdar ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 141 kes hatine kuştin. Hate diyarkirin ku ji kuştiyan, 33 sivîlên li benda wergirtina alîkariyan hebûn.

Hate ragihandin,  hêzên Îsraîlê ku li seranserî Xezayê êrişên dijwar kirine li nêzî nexweşxaneya El Emel a rojavayê Xan Yûnisê malek bombebaran kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin, li derdora taxa Ketîba ya bakurê bajar jî avahiyên niştecihan hatin rûxandin. 

Her wiha hate zanîn ku hêzên Îsrîalê li kampa Şati ya li rojavayê Xezayê jî komeke sivîl ku piraniya wan zarok in kir armanc û di encamê de 11 kes hatin kuştin û nêzî 40 kes  jî bi giranî birîndar bûne.

Li aliyekî din jî çavkaniyên îsraîlî û filistînî yên agahdar diyar kirin ku dan û standinên nerasterast ên di navbera Hemas û Îsraîlê ku li Dohayê têne kirin, têk çûne.

Li gorî çavkaniyan dane, nakokiyên her du aliyan li ser xwezaya vekişîna hêzên Îsraîlê ji Xezayê ye. Çavkaniyan got, Îsraîlê bi israr  ku hebûna xwe leşkerî ji sedî 40 li ser xaka Xezayê biparêze, lê Hemasê vê yekê red dike û îdia kir ku ev yek rê li ber koçberkirina bi sedhezaran ber bi Misir û welatên din ve vedike.

Hemasê aşkera kir ku nexşeya Îsraîlê "Dagirkirina Xezayê rewa dike" û wê vediguherîne deverên îzolekirî yên dişibin "kampên Naziyan". Îsraîlê jî îdia kir ku Hemasê tawîzan pêşkêş nake û "şerê psîkolojîk" dimeşîne da ku dan û standin têk biçin.  Tevî vê yekê jî rayedarên filistînî destnîşan kirin ku di warê alîkariya mirovî û pevguhertina girtiyan de "pêşkeftinek sînorkirî" heye.

Li gorî agahiyan, ji 251  kesên ku ji êrişa 7’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve hatine girtin, 49 kes li Xezayê mane. Îsraîlê ragihand ku ji vê hejmarê 27 kes hatin kuştin.

Beriya çend kêliyan artêşa Îsraîlê ragihand ku wê di 48 saetan de li zêdetirî "Hedefên terorî" xistiye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di şerê ji Cotmeha 2023’yan û şûnde de 57 hezar û 882 kes hatine kutşin.

(bb)