Iraqê deriyê sînor ê Bûkemalê girt

Piştî ku li dijî hin welatiyên Iraqê li nava axa Sûriyeyê êriş pêk hat, hikumeta Iraqê deriyê sînor ê El Qaim El Bûkemal ê bi Sûriyeyê re girt.

Iraqê deriyê sînor ê Bûkemalê girt
30 cotmeh, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Deriyê sînor ê El Qaîm El Bûkemal ê di navbera Sûriye û Iraqê de, piştî ku li dijî hin welatiyên Iraqê li nava axa Sûriyeyê êriş pêk hat, li ber rêwîtiyê hat girtin.

Girtina deriyê sînor bûye sedema aloziyên ewlehiyê. Li ser medyaya dîjîtal vîdeoyek hat belavkirin, tê de xuya dibe ku kesek êrişî rêwiyekî iraqî dike û dest datîne ser erebeya wî.

Li gorî çavkaniyên herêmî, sedema êrişên li ser rêwiyên iraqî ew e ku dadgeriya Iraqê ceza daye ciwanekî sûriyeyî, ji ber ku wî wêneyên Ehmed El Şeri hildane. Lê dadgeriya Iraqê ev yek red kir û diyar kir ku wî kesî bangeşî ji bo "terorîst Ebû Bekir El Bexdadî kiriye û banga kuştina endamên artêşa Iraqê û Hêzên Heşdî Şabî kiriye” û ji ber wan sûcan hatiye darizandin.

(k)