Iraq û Sûriyeyê lihevkirineke ewlehiyê îmze kir

Wezîrê karên hundir ê Iraqê û hempîşeyê wî yê hikumeta Şamê ragihand ku "lihevkirineke hevkariya ewlehiyê" ya ji 5 beşan pêk tê, hate îmzekirin.

Iraq û Sûriyeyê lihevkirineke ewlehiyê îmze kir
12 gulan, 2024   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Hindir yê Iraq û Suriyeyê li Bexdayê civiyan, di civînê de li ser têkoşîna dijî madeyên hişber, peyman hatin îmzekirin.

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî û Wezîrê Karê Hindir yê Suriyeyê Mihemed Xalid Rehmun li Bexdayê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn.

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî got ku îro wana bi Wezîrê Karê Hindir yê Suriyeyê re peymanek li ser ewlekariyê îmzekirine. Şemerî da zanîn ku di peymanê de li ser 5 xalan lihevkirin çêbûye û got; “Ji bo têkoşîna dijî madeyên hişber, dabînkirina alîkariya ewlekarî, kontrolkirina sînoran, radestkirina kesên lê tên geran û sipîkirina pere peyman hatiye îmzekirin. Wê ev xal hemû bikevin meriyetê.”

Wezîrê Karê Hindir yê Suriyeyê Mihemed Xalid Rehmun jî ragihand ku ji bo têkoşîna dijî madeyên hişber pÊwîstî bi her du aliyan heye, ji bo vê jî wê di Tîrmeha bêde civînek din jî li Bexdayê pêkwere.

(şx)