Îranê dronek Amerîkayê xist

Hêzên Parastina Hewayî ya Pasdarên Îranê ragihand ku wan li esmanê Bender Ebas dronek tîpa Lucas a DYA`yê xistine.

Îranê dronek Amerîkayê xist
25 cotmeh, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Hewayî ya Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê (IRGC) bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan li esmanê bajarê Bender Ebas dronek tîpa Lucas (ÎHA) a DYA’yê xistine.

Derbarê mijarê de heta niha ji Amerîkayê tu daxuyanî nehatiye dayîn.