Îran ji komên Iraqê xwest ku çekên xwe radest nekin

Hat ragihandin ku Îranê daxwaz kiriye ku komên çekdar çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê nekin, xwestiye çekan radestî Desteya Heşda Şeebî bikin, çekên giran jî veguhêzin Îranê yan jî li nava Iraqê de bên depokirin.

Îran ji komên Iraqê xwest ku çekên xwe radest nekin
23 tebax, 2026   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Al-Mada ya Iraqê, têkildarî hewldanên ji bo radestkirina çekên komên çekdar yên nêzî Îranê û hewldanên Îranê yên ji bo dirêjkirina dema radestkirina çekan nûçeyek belav kir.

Li gor nûçeyê, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di serdana xwe ya Iraqê de pêşniyar kiriye ku dema radestkirina çekan herî kêm ji bo şeş mehan bê dirêjkirin.

Her wiha diyarkiriye ku Îranê daxwaz kiriye komên çekdar çekên xwe radestî hikûmetê nekin, çekan radestî Desteya Heşda Şeebî bikin. Her wiha ji bo çekên giran jî du pêşniyaran kiriye, ya yekem veguhêzin Îranê ya duyem jî pêşniyar kiriye ku çekên giran li nava Iraqê de bên depo kirin. 

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Qalîbaf daxwaz kiriye çek di depoyên Heşda Şeebî de bên rakirin, lê Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî ev pêşniyara Qalîbaf qebûl nekiriye û daxwaz ji Qalîbaf kiriye ku rê li destwerdana Îranê ya li nava Iraqê de bigrin.

Hêjayî gotinê ye Hikûmeta Iraqê dosyaya kontrolkirina çekan xistiye nav karên xwe yên ewil û dawiya meha Îlona 2026’an wekî dema dawî ji bo bidawîanîna hebûna çekên li derveyî saziyên fermî diyar kiriye.