Koçberên Şehbayê li benda çareseriyekê ne

Gerînende Perwerdeyê ya Hesekê dixwaze koçberên Şehbayê ji 17 dibistanên li Qamişlo derkevin ji bo şagirt sala nû ya xwendinê bixwînin. Lê Meclisa Sivîl a Şehbayê jî dibêje ew nikarin koçberan derxînin û divê çareseriyek ji rewşa koçberan re bê dîtin. Koçber jî dixwazin vegerin warê xwe.

Koçberên Şehbayê li benda çareseriyekê ne
23 tebax, 2026   15:25
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo yê Cizîrê 17 dibistan hîn jî koçberên Şehba ku di navbera salên 2013-2018 û 2024’an de koçber bûne lê dimîin. 16’ê Tebaxê (2026) Gerînendeya Perwerdeyê ji koçberan xwest ku ji bo sala nû ya xwendinê dibistanan vala bikin. 

Lê koçberan diyar kirin ku cihek ku pê ve biçin tune ye, heta cihek ji wan re neyê veqetandin an jî venegerin warê xwe nikarin derkevin.

Li ser vê mijarê me bi Meclisa Sivîl a Şehbayê, Gerînendeya Perwerdeyê û koçberan re hevdîtin pêk anîn.

Rêveberiya Gerînende Perwerdeyê ji me re diyar kir ku malbatên xwendekaran zextê dikin ku dibistan vala bibin û zarokên wan xwendina xwe bidomînin. Divê ji bo koçberan çareseriyek din bê dîtin.

Meclisa Sivîl a Şehbayê jî diyar kir ku niha ji duh ve 24 demjimêr dane ku koçber derkevin, lê cihek nîne koçber derkevin. Heta niha kesekê ji bo çareseriyê xwe negihandiye wan û ew dixwazin koçber vegerin warê xwe.

Koçberê Şehbayê ku li dibistana Ekas dimîne, Ebdulrehman Yusif Hesen jî got: “Em jî dixwazin çareseriyekê ji bo vê pirsgirêkê bibînin, ku em bikarin vegerin ser axa xwe. Em dixwazin weke efriniyan vegerin. Çareseriya ji bo Efrînê dîtin ji bo Şehbayê jî bibînin. Parêzgerê Helebê bikeve vê mijarê û çareser bike. Cihek tune ye em pê ve biçinê”.  

Hezar û 350 malbatên ji Şehbayê ku di navbera salên 2013-2018-2024’an de ji Şehbayê koçber bûne û niha li herêmên Cizîrê û Kobanê dimînin, dixwazin bi awayekî ewle vegerin malên xwe. 

Li herêmên Cizîrê û Kobanê hezar û 350 malbatên ji Şehbayê dîmînin. Ji van malbatan 700 li bajarê Qamişloyê, 300 li Hesekê û 350 jî li Amûdê, Dêrik û Kobanê dimînin. Ji 700 malbatên ku li Qamişloyê dimînin 210 malbat li dibistanan cih bûne.

Li gorî agahiyên me ji Meclisa Sivîl a Şehbayê girtine, dewleta Tirk piraniya çekdarên xwe (Emşat, Hemzat û Sultan Murad) li Şehbayê bi cih kirine. Ev çekdar bi keyfî tev digerin, kengî dixwazin ciwanan digirin û êrişî gel dikin. Baweriya gel bi çekdaran tune ye. Lewma gel nikare vegere warê xwe.

(bî/k)

ANHA