Îranê binesaziya Kendavê kir armanc

Îranê tesîsên leşkerî û binesazî li Erebistana Siûdî û Kuweytê kirin armanc. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Îranê binesaziya Kendavê kir armanc
25 adar, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê îro pêleke nû ya êrişan da destpêkirin û tesîsên li Erebistana Siûdî û Kuweytê kirin armanc.

Parastina Sivîl a Siûdiyê ragihand ku dema astengkirina mûşekeke balîstîk li herêma rojhilat, parçeyên wê li 2 malan ketin. Yek ji wan li maleke vala ket. Di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku li heman herêmê 5 dron hatine astengkirin.

Desteya Balafirên Sivîl a Kuweytê jî ragihand ku balafirgeha Kuweytê bi dronan hat bombekirin û di encamê de depoya sotemeniyê ya balafirgehê şewitî. Berdevkê desteyê diyar kir ku di bûyerê de tenê zirarên madî çêbûne.

Artêşa Kuweytê jî ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî bersiva mûşek û dronan da.

Pasdarên Îranê jî ragihand ku dron û mûşek avêtine gelek hedefan ku Îsraîl û welatên Kendavê jî di nav de hene.

Televîzyona dewletê ya Îranê da zanîn ku hedefên li hundirê Îsraîlê, baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt, Bahreyn û Urdunê bûn hedefa êrişan. Hate diyarkirin ku baregehên Elî Salim û Erîfcan ên Kuweytê, baregeha Şêx Îsa ya Bahreynê û ya Ezreq a li Urdunê hatin hedefkirin.

Hate gotin, di êrişên Îranê yên ji dawiya Sibatê yên li ser welatên Kendavê de 17 jê sivîl, 36 kes hatine kuştin.

KONSEYA MAFÊN MIROVAN ÎRO DICIVE

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi rojeva van êrişan îro dicive. Erebistana Siûdî, Îmarat, Bahreyn, Urdun, Kuweyt, Oman û Qeter dê pêşnûmeyeke rawestandina êrişan pêşkêş bikin.

(bb)