Di êrişên li dijî Heşdî Şabiyê de 7 kes hatin kuştin

Li Enbarê di êrişên li ser baregehên Heşdî Şabiyê de 7 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên li dijî Heşdî Şabiyê de 7 kes hatin kuştin
25 adar, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Baregeha Heşdî Şabiyê ya li parêzgeha Enbarê ya Iraqê vê sibehê hat bombebarankirin. Di encamê de 7 çekdarên Heşdî Şabiyê hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku "Navenda tenduristiyê ya leşkerî ya Hebaniye û beşa kar a Hebaniyê bi balafiran hatin bombebarankirin, di encamê de 7 şervanên me yên leheng dema erka xwe ya neteweyî û mirovî pêk dianî, şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn.”

(bb)