‘Komplo pûç bû, êdî Kurd nayên înkarkirin’

Ehmed Xelîl diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî têk bir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir navenda ramanên azad. Her wiha destnîşan kir ku bi têkoşînê êdî Kurdan tirs derbas kiriye û tu kes nikare Kurdan înkar bike.

‘Komplo pûç bû, êdî Kurd nayên înkarkirin’
8 cotmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO- BÊRÎVAN BEYAR

Têkoşer Ehmed Xelîl ku bavê 2 gerîlayên şehîd e, têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.

Ehmed Xelîl bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di Cotmeha 1998’an de bi derxistina wî ya ji Sûriyeyê dest pê kir û got bi komployê xwestin ramanên wî yên azad ji holê rakin û dawî li Kurd û Kurdistanê bînin, lê gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan komplo pûç kir. 

Xelîl behsa kêliya belavbûna agahiya komployê kir û got: "Dema gelê Kurd agahiya komploya li dijî Rêber Apo bihîst bi sed hezaran rabûn ser pêyan. Gelek kesan wekî bertek canê xwe kirin xelekên agir û xwe şewitandin. Ez jî di nav de, hin siyasetmendar û rewşenbîrên Kurd li Dadgeha Navneteweyî ya li Laheyê doz vekir.”

Ehmed Xelîl destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir navenda ramanên azad û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de pirtûk nîvisandin. Ramanên wî di nava civakan de belav bûn û bûn rêbazê jiyanê. Di vê dawiyê de jî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derxit. Ev manîfesto ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî cîhanê û gelan e, nexşerêya çareserkirina pirsgirêk û aloziyan e.”

Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan li şûna desthilatê sîstema xwe rêvebirin û hevserokatiyê pêşkêş kir. Girîng da azadiya jinan û wekî azadiya civakê girtiye dest. Banga avakirina civakeke exlaq û polîtîk û parastina jîngehê dike. Dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' li tevahî cihanê belav bûye. Niha bi milyonan Kurd bi saya Rêberî bi zimanê dayikê diaxivin. Bi saya Rêbertî êdî ji niha û şûnde nikarin hebûna gelê Kurd înkar bikin. Êdî di nava Kurdan de tirs nemaye."

Ehmed Xelîl destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan ne û got: "Divê bi rêya xwendina pirtûk û manifestoyên Rêber Abdullah Ocalan civakê xwe bighîne têgihaştineke rast a ji bo jiyaneke azad û bi rêya rexne, rexnedayîn û berpirsyariyê çareserî bên peydakirin.”

Ehmed Xelîl mamosteyê felsefe ye. Malbata wî ji Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1882’yan de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Destpêkê li Amûdê, piştre li Hesekê bi cih bû. Malbata Xelîl di Xoybûnê de cih digirt. Piştre di sala 1968’an de beşdarî tevgerên komunîst bû. Bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan re malbata Xelîl, di salên 1980’yî de ramanên partiyê dipejirîne û mala xwe ji kadroyên partiyê re vekiribû.

Kurê Ehmed Xelîl bi navê Rênas (Mîtan) mamosteyê dîrokê bû, tev li refên gerîla dibe û di sala 1992’yan de li Heftanînê şehîd bû. Kurê wî yê din de Ciwan (Stalîn) xwendekarê beşa kîmya û fîzîkê bû û di sala 1993’yan de li wargeha Zelê şehîd bû.

Ehmed Xelîl 3 caran li Şam, Lubnan û Helebê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye.

ANHA