Îhtîmalên bidawîkirina şer û atmosfera cejnê rojevên çapemeniyê ne

Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de û senaryoyên bidawîkirinê wî, her wiha bandorên vî şerê li ser ewlehiya enerjî û aboriya cîhanê û pîrozbahiyên Newrozê li Îranê, di rojeva çapemeniya erebî û cîhanê de cih girt.

Îhtîmalên bidawîkirina şer û atmosfera cejnê rojevên çapemeniyê ne
20 adar, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê di rojevên xwe yên îro de şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û bandorên wê, her wiha atmosfêra Newrozê li gel vî şerî nirxandin.

ŞEREK, 5 SENARYOYÊN BIDAWÎKIRINÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat analîzek bi sernavê "Yek şer û 5 senaryo ji bo bidawîkirina wî" weşand. Di analîzê de hate destnîşankirin ku şer dikeve hefteya xwe ya sêyemîn û pirsên li ser dem û encamên wê derdikevin holê, lê bersiva dawîn nîn e.

Rojnameyê bal kişand ser 5 senaryoyên muhtemel ên bidawîkirina vî şerî û wiha nirxandin: "Yek ji wan senaryoyan ew e ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi awayekî yekalî serketinê ragihîne, hilweşandina kapasîteya mûşekên Îranê wek destpêka çareseriya siyasî. Senaryoya modela Venezuelayê anku li ser qelskirina rejîmê bêyî hilweşandina wê ye. Îhtîmala berdewamkirina êrişî heya demeke dirêj, an jî gihaştina lihevkirineke navneteweyî ya ku ji hêla hêzên mezin ên wekî Çînê ve were piştgirîkirin.”

Rojnameyê destnîşan kir ku ji ber tevliheviyên rewşa Îranê, nebûna zelaliyê der barê rêjeya şiyanên leşkerî yên mayî yên Tehranê û aliyên siyasî û îdeolojîk ên pevçûnê, hemû senaryo bi xetereyan tijî ne.

‘GELO EV ŞEREKÎ LI DIJÎ ENERJIYÊ YE, YAN ŞEREKÎ LI DIJÎ CÎHANÊ YE?’

Rojnameya El Xalîc bal kişand ser bandorên aborî yên şer û diyar kir ku ev alozî ji qada leşkerî derketiye û sektora enerjiya cîhanî jî digire nava xwe.

Rojnameyê îşaret pê kir ku cîhan gaz û petrolê ji Kendavê peyda dike û hedefgirtina tesîsên petrol û gazê yên li herêmê dibe ku bibe sedema “şokeke aborî ya nedîtî”.

Rojnameyê bal kişand ser zêdebûna bihayên petrolê û paşketina zincîrên dabînkirinê jî û diyar kir ku li gel kêmbûna dabînkirina gazê ku dibe sedema kêmbûna bazarên cîhanî, nemaze li Ewropa û Asyayê. Her wiha hate gotin, berdewamiya şer dikare bibe sedema zêdebûna enflasyonê û hêdîbûna mezinbûna aboriya cîhanî, tevî bandorên siyasî yên li DYA’yê.

‘DI NAVBERA TIRS Û HÊVIYÊ DE… ÎRANÎ BI HESTÊN TÊKEL NEWROZÊ PÎROZ DIKIN’

AFP'ê jî cih da atmosfera Newrozê ya li Îranê û diyar kir ku îranî li hundir û derve bi hestên di navbera tirs û hêviyê de Newrozê pîroz dikin.

Hate gotin: “Ji ber êrişên leşkerî yên berdewam, atmosfera cejnê li Tehranê lawaz bû. Tevî hewldanên parastina rê û resmên kevneşopî, welatiyan fikarên xwe yên li ser berdewama şer anîn ziman. Ev atmosfer di nav derdorên îranî yên li dîasporayê jî hat dînin ku hestên xemgîniyê li ser rewşa welêt bi hêviyên ji bo pêşerojeke çêtir ve girêdayî bûn.”

Her wiha hate diyarkirin, pêşketinên siyasî û leşkerî bi awayekî zelal bandor li pîrozbahiyên Newrozê yên îsal, hem li Îranê û hem jî li dîasporayê, kir.”

(bb)