Îranê werzîşvanek bi darve kir

Rejîma Îranê Salih Mihemedî yê 19 salî ku gulaşgirek (pehlewan-gûreşvan) navdar ê Îraniye, ji ber beşdarbûna wî ya di xwepêşandanan de, bi darve kir.

Îranê werzîşvanek bi darve kir
20 adar, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Îranê Salih Mihemedî bi du kesên din yên bi navê Mehdî Qasimî û Seîd Dawidî li bajarê Qum hatine darvekirn.

Li gorî agahiyan, her 3 kes jî bêyî ku bikarin li dadgehê parastina mafê xwe bikin, hatine darvekirin.

Hêjayî gotinê ye Salih Mihemedî gulaşgirek navdar ê Îranê ye.