Ji bo Newroza Cizîrê bang: Bi sembol, al û rengên xwe beşdar bibin

Endama komîteya amadekar a Newrozê Şêrîn Dawûd ev bang kir “Bila her kes bi sembol, al û rengên xwe beşdarî pîrozbahiyan bibe, em li qadan peyama xwe ya ku em civakeke hevgirtî û xwedî helwest in bidin.”

Ji bo Newroza Cizîrê bang: Bi sembol, al û rengên xwe beşdar bibin
20 adar, 2026   10:12
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê yên li bajarên herêma Cizîrê û girîngiya nîşandana hevgirtinê, endama komîteya amadekar a Newrozê ya herêma Cizîrê Şêrîn Dawûd ji ajansa me re axivî.

Şêrîn Dawûd Newroza li hemû gelên aştîxwaz ên li Kurdistanê pîroz kir. Şêrînê diyar kir ku ew ê îsal bi dirûşma “Em Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û yekitiya demokratîk a Kurdan” Newrozê pîroz bikin û wiha dom kir: “Ev dirûşma ku em ê pê pîroz bikin helwesta me ya derketina li hemberî êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd e. Bi saya fikra Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku tê de banga yekitiya gelê Kurd jî kir, em jî li ser vê bangê Newroza xwe pîroz dikin.”

Şêrînê bang li gel kir ku 21’ê Adarê bi coş berê xwe bidin qadên Newrozê yên ku hatine diyarkirin û wiha anî ziman: “Em peyama xwe ya ku em civakeke hevgirtî û xwedî helwest in bidin. Bila gel bi sembol, al û rengên xwe beşdar bibe.”

Şêrînê daxwaz ji partiyên siyasî û hemû beşên civakê jî kir ku bi hev re Newrozê pîroz bikin.

ANHA