Hûsiyan 3 êriş li dijî Erebistana Siûdî pêk anîn

Hûsiyan ragihand ku wê bi mûşekên balîstîk li Riyad, Xemîs Mişêt û Cazan dane. Erebistana Siûdî jî daxuyand ku 2 kes birîndar bûne.

Hûsiyan 3 êriş li dijî Erebistana Siûdî pêk anîn
25 cotmeh, 2026   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Hûsiyan a Yemenê ragihand ku wê 3 êrişên bi mûşekên balîstîkî li Balafirgeha Melik Xalid a Navneteweyî ya li Riyadê, baregeha hewayî li Xemîs Mişêt û baregeha deryayî ya li Cazan a başûrê Siûdiyê xistiye.

Hûsiyan bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi dehan mûşekên balîstîkî êrişî 3 armancan kiriye. Hûsiyan anî ziman ku êrişa li dijî baregeha asîmanî ya li Xemîs Mişêt cihê balafiran, depoyên cebilxaneyan û navendên kontrolkirina dronan hatiye hedefgirtin, di heman demê de îdia kir ku di êrişa li ser baregeha deryayî ya pasdarên sînor a Cazan leşkerên Siûdî hatine kuştin û birîndarkirin.

Dezgeha Parastina Sivîl a Siûdiyê jî daxuyand ku welatiyek û hemwelatiyekî asyawî ji ber parçeyên 2 mûşekên balîstîkî yên ji Yemenê ve hatine avêtin, piştî hatin astengkirin, birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Siûdiyê (WAS), dezgehê diyar kir ku ji ber ketina parçeyên mûşekan li parêzgehên Xemîs Mişêt û Refîde 3 avahî û 7 erebeyan zirar dîtin.

(f)