Li Şamê dengê teqînan hat bihîstin

Li nêzîkî Kiswê û Sehnaya yên Şamê dengê teqînan hatin bihîstin. Di heman demê de balafirên bêmirov ên Îsraîlê li ser herêmê geriyan.

Li Şamê dengê teqînan hat bihîstin
25 cotmeh, 2026   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li derdora Şamê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin û dûman li ser rêya navbera Kiswê û Sehnaya yên gundewarên Şamê de rabû.

Li gorî SOHR‘ê, beriya rûdana teqînekê, dengekî mîna avêtina mûşekekê li nêzî baregeheke leşkerî ya foca parastina hewayî hat bihîstin. Lê agahiyên der barê xwezaya teqînan û jêderên wê de nehatin piştrastkirin.

Hemwextî teqînan, tevgera balafirên keşfê û yên bêmirov ên Îsraîlê li ser herêmê hebû. Li gorî agahiyan dibe ku êrişeke hewayî hatibe kirin. Hin çavkaniyên din jî gotin, dibe ku bermahiyên şer li herêmeke nêzî cihê bûyerê teqiyabin.

Heya niha agahiyên piştrast ên têkildarî teqînan û encamên wê de nehatin ragihandin.

(bb)