HPG: Em hevrêyên xwe Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz bi rêzdarî bi bîr tînin

Hêzên Parastina Gel (HPG) Ronya Zagros, Gelhat Cûdî, Nûda Tolhildan û Yilmaz Piling ên ku sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi bîr anî.

HPG: Em hevrêyên xwe Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz bi rêzdarî bi bîr tînin
26 kanûn, 2025   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya Ronya Zagros, Gelhat Cûdî, Nûda Tolhildan û Yilmaz Piling ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2021’an de şehîd bûne, bi daxuyaniyeke eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

Ewladên bi wêrek ên gelê Kurdistanê hevrêyên me Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz di demên cuda de şehîd bûn. Bi îdîa û biryardariyeke mezin weke milîtanên fedayî yên têkoşîna azadiyê ya gelê me tevgeriyan. Her wezîfeya xwe bi serketî bi cih anîn. Hevrêyên me bawer dikirin ku li Kurdistanê azadî encex bi şer û têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê wê pêk were. Xeta fedayî ya Apoyî bi layiqî temsîl kirin û weke gerîlayên azadiyê yên ku soz û pratîka wan yek e, bi rola xwe rabûn. Ji bo Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi fedayiyane têkoşiyan. Sekna hevrêyên me ya di jiyanê de û biryardariya wan a di têkoşînê de, wê timî pêşengiyê ji me re bike. Em soz didin ku sekna hevrêyên xwe û milîtaniya wan a fedayî ya Apoyî ji xwe re bikin mînak, armancên wan pêk bînin, heta ku em xeyalên wan pêk tînin têkoşînê bidomînin û bîranînên wan timî bidin jiyankirin.

Bi van hestan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Ronya Zagros

Nav û Paşnav: Azîze Kaplan

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Husna – Abdullah Kerîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Mijdara 2021’an / Qendîl

Nasnav: Gelhat Cûdî

Nav û Paşnav: Loqman Gazyak

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Selîma – Reşît

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Kanûna 2021’an / Garê

Nasnav: Nûda Tolhildan

Nav û Paşnav: Ceylan Tekîn

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik – Bav: Turkan – Fesih

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Gulana 2021’an / Heftanîn

Nasnav: Yilmaz Piling

Nav û Paşnav: Bunyamin Yildiz

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Almast – Vezîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Kanûna 2021’an / Garê