Li Humsê 2 ciwan di êrişekê de hatin kuştin

Li gundê Ewîsa yê Humsê 2 ciwan di êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

Li Humsê 2 ciwan di êrişekê de hatin kuştin
26 kanûn, 2025   13:59
HUMS

Îbrahîm Secî El Silêman yê 17 salî û Beşar Mesla yê 18 salî duh êvarî di êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

Îbrahîm û Beşar ku ji bajarokê Qenaqiyê yê Hums ne û duh dema di çewlikeke mirîşkan de li gundê Ewîsa yê rojavayê Humsê dixebitîn ji aliyê komên çekdar ve hatin gulebarankirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku her du ciwanên hatin gulebarankirin di cih de mirin.

(b)